05:07 24 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Awisturya: Tirkiye li şûna DAIŞê kurdan hedef digre

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2410

    Rojnameya Die Presse ku li Awisturyayê weşanê dike di nivîsa xwe ya îro de got, dewleta Tirkiyeyê li şûna ku şerê DAIŞê bike kurdan hedef digre.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Die Presse ku li Awisturyayê weşanê dike di nivîsa xwe ya îro de got, dewleta Tirkiyayê li şûna ku şerê DAIŞê bike kurdan hedef digre.

    Rojnameyê di nivîsa xwe de got, digel ku Tirkiye tevlî koalisyona dijî DAIŞê bû jî pirê caran bi êrişên hewayî kurd hedef girtin. Li başûrê Iraqê PKK û li başûrê Sûriyeyê jî YPG hedef girt. Ev êrişên hewayî yên Tirkiyeyê li ser kurdan tekoşîna kurdan ya li dijî DAIŞê qels dike.
    Bazirganiya petrole bi DAIŞê re, rû yê Tirkiyeyê yê li ber tavê ye

    Rojnameyê di gotara xwe de bal kişand ser bazirganiya petrole ya Tirkiyeyê bi DAIŞê re û got, DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê gelek kaniyen petrolê kontrol dike û li ser rêya Zaxo vê petrolê difroşe. Navbeynkarên Tirkiyeyê vê petrolê bi wesayîtan dibin Mersîn, Ceyhan û Dortyola Hatayê. Lê rota tenê ne Zaxoye. Her wiha DAIŞ li sînorê Kilis û Cerablûsê nêzî 100 kîlometro kontrol dike û vê qadê ji bo derbasbûna çek, pere, qaçaxiya berhemên dîrokî û ji bo derbasbûna milîtanên xwe bi kar tîne.

    Bi heman mijarî:

    2000 leşker hatin kuştin û 4850 jî birîndar in
    DAIŞ li ser kuştinê zarokan perwerde dike
    Li Zanîngeha Stenbolê ji bo DAIŞê bûyer derket: 50 kes...
    Davutoglu: Em nikarin van îftirayên Rûsyayê qebûl bikin
    Serokê Parlamentoya Kurdistanê li Ewropayê: 'Bila Kurdistan bibe dewlet'
    Etîketan:
    PKK, YPG, DAIŞ, Sûriye, IRAQ, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de