10:27 20 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry

    Kerry: Bêyî hêzeke bejahî em biser nakevin

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 96 0 0

    John Kerry dibîne ku bêyî hêzeke Sûriye ya bejahî ew li hemberî DAIŞê biser nakevin.

    Navenda Nûçeyan — Heta vê demê gelek analîst û pisporên Rojhilata Navîn herwiha nivîskar û rojnamegeran jî anî ziman ku li Sûriyê qasê hêzên kurd tu alî li hemberî DAIŞê têkoşîneke ku encamên erênî derxîne holê nedeye.

    Bêguman hezên kurd li bejahiyê bi stratejiyeke baş li hemberî DAIŞê têkoşînê pêk tînin.

    ANHAyê ragihand ku li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kerry di civîna Rêxistina Ewlehî û Hevkariya li Ewropayê ya li Belgradê de got: ‘Ez texmîn dikim ku em baş dizanin eger hêzeke bejahî amade li ser erdê li hemberî DAIŞê tune be, em tenê bi êrişên asîmanî biser nakevin.

    Kerry bi vê axaftina xwe bal kişandiye ser hêzên li Sûriyeyê ku şerê ‘terorê' dikin.

    Bi heman mijarî:

    Kery: Li Sûriyeyê ji bo veguherînek mezin hindik ma
    Lavrov ji bo mijara Sûriyeyê li Parîsê nehat vexwendin, Kery jî neçû
    John Kerry dext li Kongreyê kir
    Etîketan:
    John Kerry, Belgrad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de