23:12 20 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu

    Hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu bi dawî bû

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2601

    Civîna Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevkarê wî Mevlud Çavuşoglu di çarçoveya Rexistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (REHE) de li Belgiradê destpêkir.

    Navenda Nûçeyan — Civîna Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevkarê wî Mevlud Çavuşoglu di çarçoveya Rexistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (REHE) de li Belgiradê bi dawî hat.

    Her wiha ev hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu piştî xistina balafira rûsî di nava Tirkiyeyê û Rûsyayê de civîna yekemîn e û gelekî girîng tê nirxandin. Civîna herdu wezîran 40 deqîqeyî domand û derheqê civînê de hêj tu daxuyanî nehatiye dayîn.

    Destûra wênekişandinê jî nehat dayîn

    Her wiha Rojnameya Kommersantê ragihand ku, çapemenî tevlî civînê nebû û destûra wêne kişandinê jî nehat dayîn. Di civîna herdu wezîran de ji xeyrî kesên protokole tu kes beşdar nebûn.

    Her wiha hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu piştî xistina balafira rûsî di nava Tirkiyeyê û Rûsyayê de ev hevdîtina pêşî ye ji bo vê gelekî girîng tê nirxandin.

    Ji aliye din ve Lavrov û Çavuşoglu piştî xistina balafirê rûsî di 24ê Cotmehê de rojek şûnde bi rêya telefonê axivî bûn lê rû bi rû nehatibûn cem hev.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu piştî xistina balafirê gotibû, ‘em dikarin vê pirsgirêkê bi rêya diyalokê çareser bikin.

    Lavrov jî li Qibrisê ragihandibû ku, ez hêvî dikim di mijara xistina balafirê de ‘ em tiştên nû bibihîzin'.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Xistina balafirê çalakiyeke parastina terorîstan bû
    Dilipak kete dafika xwe: Anketê got Erdogan û DAIŞ
    Qada Şêx Seîd jî hate qedexekirin
    Jiyana rojane ya xelkê Şamê
    Ji Parlamentoya Avusturyayê ji bo bajarên kurdan biryarname
    Etîketan:
    Rexistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (REHE), Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Civîna Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Belgirad, Sirbîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de