20:02 22 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Xistina balafirê çalakiyeke parastina terorîstan bû

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku, Tirkiyeyê bi xistina balafira rûsî terorîst parastin.

    Navenda Nûçeyan — Lavrov li Belgiradê di civîna çapemeniyê ya zîrweya Rêxistina Ewlehî û Hevkarî ya Ewropayê (REHE) de ragihand ku, Tirkiyeyê bi xistina balafira rûsî terorîst parastin û em ê astengkirina van hewldanên tekoşîna li dijî terorîzmê qebûl nekin.

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bo çareseriyeke aştiyane ji krîza Sûriyeyê re were dîtin ji xeyrî heyeta Şamê divê hemû grûbên mixalif tevlî civîna Viyanayê bibin. Lê terorîst nikarin li masa Viyanayê cih bigrin. Tenê heyeta Şamê û mixalifên ku tevlî şîdetê nebûbin divê tevlî bibin.

    DAIŞ
    © AP Photo/ Mohammad Hannon, File
    Divê rêxistinên terorîst yên Sûriyeyê werin kişf kirin

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de ragihand, êdî divê em lîsteyekê çekin, hetanî lîsteyeke terorîstên li Sûriyeyê neye çêkirin di pêvajoya çareseriya krîza sûrî de pêşveçûn çênabe. Û tabîkî bûyera 24ê Cotmehê, xistina balafira rûsî bi tu awayî nayê qebûl kirin û ev hewldana astengkirina tekoşîna dijî terorîzmê ye.

    Bi heman mijarî:

    Qada Şêx Seîd jî hate qedexekirin
    Jiyana rojane ya xelkê Şamê
    Ji Parlamentoya Avusturyayê ji bo bajarên kurdan biryarname
    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
    Cezayê ji bo ‘pasteyê Ocalan' tê xwestin diyar bû
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, Rêxistina Ewlehî û Hevkarî ya Ewropayê (REHE), Sergey Lavrov, Belgirad, Sirbîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de