21:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Gollum

    Derhênerê Mîrê Gustîlan ‘Doza Gollum' şîrove kir

    © Foto: IMDB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Ji bo ku bijîşkê Aydinî Bilgin Çiftçi,Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan şibandibû karakterê Mîrê Gustîlan (Lord of the Rings) Gollum...

    Navenda Nûçeyan — Ji bo ku bijîşkê Aydinî Bilgin Çiftçi,Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan şibandibû karakterê Mîrê Gustîlan (Lord of the Rings) Gollum, derheqê wî de doz hatibû vekirin. Dadgehê ji bo ku karektera Gollum hîn bibe ka baş e an pîs e pisporek tayin kir.

    Her wiha derbarê dozê de derhênerê filîm Peter Jackson û senarîstên wê Fran Walsh û Philippa Boyens daxuyanî dan. Jackson ji malpera The Wrapê re axivî û got, ew dîmên bi hev şaş kirine û heke bi rastî dîmênên doz vekirine ev karekter be ez bi qethî dikarim bêjim, ew karekterê di dîmênan de ne Gollume Smeagol e.

    Ji aliye din ve senaryonivîsê filîm Fran Walsh ragihand, Smeagol karekterekî bi kêf û şêrîn e. Derewan nake û tu kesî naxapîne. Ne karekterekî pîse. Ev hemû taybetmendiyên Gollum in. Divê em Gollum bi Smeagol şaş nekin. Smeagol tu carî serdestiyê li ser qelsan nake. Ne karekterî zordar e. Heke hûn li rastiya wê temaşe bikin gelekî şêrîn e. Temaşe van ji bo vê pir jê hezdikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Agiriyê berfê rêya 202 gund û gundikan girt
    KCK: ‘Qetilkirina Elçî karakterê pêvajoya heyî nîşan dide'
    Li kolana ku Tahir Elçî hat kuştin 7 polês û kameraya wan hebû
    Navê Elçiyê nemir li wê li bajêrên kurdan bijî
    Li Erziromê 2 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Derhênerê Mîrê Gustîlan, Serokomariya Tirkiyeyê, Philippa Boyens, Fran Walsh, Peter Jackson, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de