09:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Robert Fico

    Slovakya li hemberî biryara kotaya ewropayê doz vekir

    © REUTERS/ Eric Vidal
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 601

    Dewleta Slovakyayê li hemberî biryara Komîsyona Ewropayê ku 120 hezar koçber li gorî sîstema kotayê dê werin belavkirin doz vekir.

    Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico diyar kir ku, li hemberî biryara Komîsyona Ewropayê ku 120 hezar koçber li gorî sîstema kotayê belav dike ji bo ku em vê biryarê betal bikin, me li Dîwana Dadgeha Ewropayê doz vekir.

    Fico di berdewamiya axaftina xwe de got, em vê sîstema kotayê ya Yekîtiya Ewropayê ku mecburiye qebûl nakin û me belge pêşkêşî dadgehê kirin.

    Di rastiyê de ev kota fiyaskoye

    Robert Fico di dirêjiya axaftina xwe de got, biryara kotaya mecbûrî îhlala hiqûqa Yekîtiya Ewropayê ye. Ev kota nayê bi kar anîn. Di rastiyê de derdikeve holê ku ev kota fiyaskoye.

    Her wiha Lijneya Navxweyî a Dadgeha Yekîtiya Ewropayê di Îlona 2015an digel ku Slovakya, Komara Çekî, Romanya û Macarîstan dijî derketibû jî dîsa biryara parvekirina kotayê derxistibû.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer cebilxaneya DAIŞê teqand: 10 kuştî
    Îtalya ji bo 4 hezar pêşmergeyî alîkariya leşkerî dişîne
    Piştî 8 rojan li navçeyê qedexe rabû
    Erdogan bersiva Rûsyayê da: Çi kare we li Sûriyeyê heye?
    Gazprom: Hevdîtinen ‘Herka Tirkî' rawestiyan
    Etîketan:
    Serokwezîrê Slovakyayê, Robert Fico, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de