09:46 24 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demîrtaş serdana ofîsa Herêma Kurdistanê kir

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    1213312

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş serdana Nûnera Herêma Kurdistanê Beyan Samî Rahman kir.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji bo pêkanîna hin danûstandinan li Washîngtonê ye, wê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re hevdîtinan bike.

    Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê bi rayedarên Wezareta Karên Derve re li ser mijarên "Rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û mijarên herêmî" hevdîtinan bike.

    Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Washîngtonê de, li ser pirsekê diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş ê weke vexwendiyê Enstîtuya Rojhilata Navîn hatiye Washîngtonê û wê bi hin rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtinan bike.

    Demîrtaş ku berî 2 rojan çû Washîngtonê, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Washîngtonê ziyaret kiribû û bi rayedaran re rûniştibû.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya jî li Sûriyê dest bi lêdana komên terorîst kir
    Terorîstên DAIŞî êrişî bajarê kurdan kirin: 2 kuştî û 10 jî birîndar in
    Cebar Yawer: Amerîkayê çekên giran ji pêşmerge re şandin
    Li Amerîkayê êriş: 14 kuştî 14 birîndar
    Barzanî: Sedema nedana çekan bêdewletiya Kurdistanê ye
    Etîketan:
    HHK, HDP, Beyan Samî Rahman, Selahatîn Demîrtaş, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de