06:43 23 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Heke bertekên Rûsyayê dewam bikin em ê jî tevdîrên xwe bigrin

    © REUTERS/ Sergei Ilnitsky/Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Serokomar Erdogan li hemberî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bersiv da û got...

    avenda Nûçeyan — Serokomar Erdogan li hemberî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bersiv da û got, hemû dinya dizane û qebûl dike ku em niheq nînin, lê Rûsya di vê mijarê da bertekên bêwate dide û em bi xemgînî dişopînin. Heger ev bertek dewam bikin em ê jî tevdîrên xwe bigrin.

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got, hed û heqê kesî tuneye ku îftirayan bike û bibêje ku bi taybetî Tirkiye nefta DAEŞê dikire. Tirkiyeyê nirxên xwe yên exlaqî wenda nekiriye ku ji rêxistineke terorê neftê bikire.

    Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got, di mijara têkoşîna dijî DAIŞê de li dinyayê tu welatek tune ku wekî Tirkiyeyê berfireh têkoşînê bide û encamê bi dest bixe. Hin kes DAIŞê dixin hêncet û li Sûriyeyê projeyên xwe pêk tînin, Tirkiye dizane ku ewê rasterast pêrgî êrîşên vê rêxistinê bê dîsa jî pişgiriyê dide birayên xwe yên mezlûm. Em naxwazin ku bi tu awayî vê mijarê mezin bikin û armanceke me ya wisa jî tuneye. Ez wisa hêvî dikim bi saya serê sepandina rêyên gûftûgo û dîplomasiyê wê xesasî bi ser keve.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka li tankêrên petrolê yên DAIŞê nade
    DAIŞê li Dîlokê gef li Elewiyan xwarin
    Nûçeya ku DAIŞ jin û zarokên êzidî difroşe çû parlamentoya Tirkiyeyê
    Li Kopê ji 24 siyasetmedarên kurd re 44 sal ceza
    Baluken: ‘Esadullah dixwaze parlementerên HDPê qetil bike'
    Etîketan:
    Serokomariya Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoğan, Qetar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de