13:58 24 Mijdar 2017
Zindî
    Jens Stoltenberg

    Lijneya Rûsya û NATOyê wê dîsa bicive

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, Lijneya Rûsya û NATOyê bi sedema krîza Kirimê hatibû sekinandin, ji civîna me ya îro biryara hevdîtinê derket.

    Navenda Nûçeyan - Stoltenberg piştî civîna Wezîrên Derve yên NATOyê li Brûksela Belçîkayê di civîna çapemenî de axivî û got, di civînê de biryara civandina lijneya Rûsya û NATOyê derket, ji bo ku em pêwendiyên xwe zindî bikin me biryara civandina lijneya Rûsya û NATOyê da. Em ê vê mijarê binirxînin û ji bo civînê em ê dîrokê diyar bikin.

    Almanya piştgirî da

    Her wiha Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier jî krîza Rûsya û Tirkiyeyê mînak da û got, ji bo ku ev bûyerên wiha nebin pêwistî bi civîna lijneya Rûsya û NATOyê heye, di demeke kin de hewceyî bi hevdîtina nûnerên daîmî yên Rûsya û dewletên NATOyê heye.

    Lijneya Rûsya û NATOyê di sala 2002an de hatibû avakirin û herî dawî di Hezîrana 2014an de civiyabû. Xebatên lijneyê ji bo krîza Ûkrayna û Kirimê ji hela NATOyê ve hatibû sekinandin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn dê xîtabî Meclîsa Federal bike
    Tirkiye tirkmenan li hev dicivîne
    Efrînê 9 şervanên xwe spartin axê
    NATO dê vexwendina endamtiyê ji Qeredaxê re bişîne
    Donald Trump: Tirkiye ji bo petrolê piştgiriya DAIŞê dike
    Etîketan:
    Rûsya, NATO, Frank Walter Steinmeier, Jens Stoltenberg, Brûksel, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de