01:22 19 Kanûn 2017
Zindî
    Donald Trump

    Donald Trump: Tirkiye ji bo petrolê piştgiriya DAIŞê dike

    © REUTERS/ L.E. Baskow
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Namzedê Komariyan yê serokatiya Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku, Tirkiye ji ber kerîna petrola DAIŞê pişta wê digire.

    Navenda Nûçeyan — Kampanyeya namzedên partiyên Komarî û Demokrat ên Amerîkayê ji bo hilbijartinên serokatiya wî welatî didome.

    Yek ji wan namzedan, ku tê gotin şansekî mezin ji bo namzediya Komariyan heye, Donald Trump li ser siyaseta Tirkiyê li hember DAIŞê axivî û got, Tirkiye pişta DAIŞê digire, vê yekê jî ji ber xatirê petrolê dike.

    Piştî ku balafira şer a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve hati xistin, pêwendiyên Enqere û Moskova aloz bûn.

    Rayedarên Rûsya bi taybet Serokê wî welatî Vladimir Pûtîn piştî wê bûyerê gotibû, Tirkiyê ji ber ku Rûsya li DAIŞê nede, ew balafir xist, çimkî Tirkiye pişta DAIŞê digire û petrolê jê dikirre.

    Rayedarên tirk jî vê yekê red dikin. Herî dawî Serokomarê Tirkiyê gotibû, eger Pûtîn îsbat bike Tirkiye petrola DAIŞê dikire ez ê dest ji serokomartiyê berdim.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Sûra Amedê derketina derve hat qedexekirin
    Derbarê operasyonan de biryara dawî ya Amerîkayê
    Hevşaredarê Pirsûsê serbest hat berdan
    Parlementera HDPê: ‘Xwestin ku gule reşînin wesayîya me'
    Tîmê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Tirkiye, DAIŞ, Donald Trump, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de