08:05 24 Tebax 2017
Zindî
    Kongreya Amerîkayê

    Derbarê operasyonan de biryara dawî ya Amerîkayê

    © REUTERS/ Gary Cameron
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1810

    Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Ashton Carter ragihandku Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê û bo pêkanîna operasyonan li Herêma Kurdistanê û Rojava leşkerên xwe yên hêzên taybet wê bişîne deverê.

    Ashton Carter di axavtina xwe ya divê mijarê de ragihand ku Amerîka di berdewamiya şerê li dijî DAIŞê dê hêzên taybet bişîne Iraqê.

    Carter got: ‘Ew hêz, dê alîkariya hêzên Iraqê û hêzên pêşmerge bike. Dê di êrişên li dijî DAIŞê û operasyonên bo rizgarkirina dîlan û erkên wek wan dê beşdar be.'

    Wezîrê Bergirî yê Amerîakyê herwiha destnîşan kir ku ew hêz dê di wan êrişan de beşdar be ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê be û herwiha di parastina sînor û zêdekirina şiyana hêzên ewlehiyê Iraqê de beşdariyê bike.

    Carter got: ‘Jibilî wê yekê ew hêz dê li Sûriyê jî olperasyonên yek alî pêk bîne.'

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê Pirsûsê serbest hat berdan
    Parlementera HDPê: ‘Xwestin ku gule reşînin wesayîya me'
    Hisabgirê DAIŞê li navenda Moskovayê hat girtin
    Etîketan:
    DAIŞ, Ashton Carter, Herêma Kurdistanê, Rojava, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de