02:19 18 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî

    ROJAVA - Hêzên Amerîkayê ji bo piştgiriyê çûn welatê kurdan

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 232 0 0

    Bi dehan leşkerên amerîkî yên taybet gihîştine Rojavayê, da ku perwerdeya leşkerî li dijî DAIŞê bidin hêzên kurdî.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan di Desteya Parastinê a Kantona Cizîrê Nasir Hac Mensûr ji Rûdawê re ragihand: "Beriya demekê Hikûmeta Amerîka ragihand ku ewê hêzekê bişîne Rojavayê Kurdistanê û dezgehên ragihandinan wêneyên gihîştina wan bo Rojava belav kirin."

    Mensûr wiha got: "Hatina wan şêwirmendan di vê qonaxa han de, dibe ku pêngaveke girîng be bo alîkariya wan hêzên ku li ser erdê şer dikin, heta ku di şer de bi awayekî rasterast beşdar nebin."

    Li gorî Nasir Hac Mensûr, "Tevî ku beşek mezin ji hêzên me perwerdekirî ne û karîne beriya alîkariya hevpeymaniya navdewletî jî serkeftinên mezin li dijî DAIŞê bidest bînin, lê dîsa ew hevahengî û têkelî pir girîng e, ji ber ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk axa di bin destê xwe de berfireh dikin û hejmara xwe jî zêde dikin."

    Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan di Desteya Parastinê de da zanîn ku, karê şêwirmendên Amerîka yên ku biryar e hejmara wan zêde bibe, piştgirî ye bo hêzên kurdî da ku xwe ji operasyoneke berfireh re amade bikin.

    Mensûr ragihand: "Ya girîng ew e ku ev hêz dê rolekê bibînin di hevahengiyê di navbera hêzên me û hevpeymaniya navdewletî de. Herwiha nedûr e ku navendeke perwerdeyê yan balafirgeheke leşkerî jî li ser erdê were avakirin."

    Nasir Hac Mensûr wiha got: "Divê em fêm bikin ku tevliheviyeke mezin li Sûriyê heye û hemû eger vekirî ne. Yek ji wan egeran ew e ku Sûiyê bibe meydanek bo nakokiyeke navdewletî. Herwiha dibe ku serhildana hin pêşhatan bibe sedem ku Amerîka yan her dewleteke din bi rêya bejayî derbasî vî welatê bibe. Wek ku Fransa kir û dê Brîtanya jî bike."

    Çavkaniyên leşkerî yên Amerîka meha borî ragihandibûn ku, hêzên taybet ên Amerîka dê wek şêwirmend û bo perwerdekirina hêzên ser erdê, biçin bakurê Sûriyê.

    Herwiha hin dezgehên medyayî beriya niha ragihandibûn ku, Amerîka û bi hevahengî ligel hêzên kurdî dixwaze balagirgeheke leşkerî li bajarokê Rimêlan ê ser bi bajarê Dêrikê ve, ava bike.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Êrişên artêşa tirk û rêxistinên xwînrij ên li dijî Rojava dewam dikin
    ROJAVA - Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirkiyayê gihişt ber sînor
    Kantonên Rojava bûne yek
    Brîtanya: 'Em ê alîkariyê bidin kurdên Rojava'
    Barzanî: Pêşmergeyê Rojava qehremaniya xwe îsbat kir
    Etîketan:
    Lêşker, hêz, amerîkî, Nasir Hac Mensûr, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de