22:21 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafira rûsî û nexşeya Tirkiyeyê

    Pisporê amerîkî: Tirkiye divê şerê cihadîstan bike diçe bi kurdan re şer dike

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    112911

    Nivîskar û pisporê politikayên derve yê amerîkî Patrick J. Buchanan destnîşan kir ku, Tirkiye bi xistina balafira rûsî nîyeta xwe eşkere kir.

    Navenda Nûçeyan — Nivîskarê malpera American Conservative ku bi kevneparêziya xwe tê nasîn Buchanan destnîşan kir ku, Tirkiye bi xistina balafira rûsî, nîyet û hedefa wê ya di nava NATOyê de hinek pirs derxistin holê û êdî Tirkiye ne welatekî laîk e. Gelek şik hene ku Tirkiye bi rêgezên NATOyê ve girêdayî ye an na. Gelo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di krîza Sûriyeyê de dixwaze Amerîkayê bikşîne aliye xwe û li dijî Rûsyayê şer bike?

    Tirkiye li DAIŞê guhdar dike

    Buchanan di berdewamiya gotara xwe de dibêje, her çikas diçe Tirkiye li şîretên DAIŞê guhdar dike û Tirkiye di krîza Sûriyeyê de ne wekî endamekî NATOyê tevdigere. Êdî Tirkiye ne welatêkî laîk û yê Mustafa Kemal e. Rêvebirya Tirkiyeyê cihadîstên ku dixwazin tevlî DAIŞê bibin asteng nake û li şûna ku bi cihadîstan re şer bike bi kurdan re şer dike, Enqere her diçe dibe dîktator.

    Bi heman mijarî:

    AKP û MHPê pêşniyaza lêkolînê ya ji bo Tahir Elçi veto kir
    Li Cizîrê kesekî din birîndar bû
    Di Twitterê de parvekirina peyamên nijadperestî dibe sûc
    Li 3 bajaran herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
    Mal û milkên Demirtaş û Yuksekdag hatin eşkerekirin
    Etîketan:
    American Conservative, Patrick J. Buchanan, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de