07:59 24 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Almanya jî tevlî tekoşîna li dijî DAIŞê dibe

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9001

    Hikumeta Almanyayê pakêta piştgiriya leşkerî û operasyonan ya ku tekoşîna li dijî DAIŞê dike erê kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ajansa AFPê, hikumeta Almanyayê paket qebûl kir. Di nava pakêtê de bi kar anîna balafirên Tornado yên keşfe, balafirên îkmalî, keştiyên cengî û şandina hezar û 200 leşker jî heye.

    Hikumeta Almanyayê keştiya ku bişînê li Derya Spî dê piştgiriya keştiya Charles de Gaulle ya fransî bike. Hat ragihandin ku mesrefê şandina balafir û amûrên leşkeri yên salekê ku ji bo Iraq û Sûriyeyê werin şandin nêzî 141 milyon dolar digre.

    Almanya piştgirî da koalîsyonê

    Piştî êrişên Parîsê Serokomarê Fransayê François Hollande, li hemberî DAIŞê banga koalîsyoneke berfirek kiribû û Almanyayê jî bersiva vê da û tevlî tekoşîna dijî DAIŞê bû.

    Her wiha Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hefteya borî li Parîsê di hevdîtina xwe û Hollande de li hemberî terorîzmê sozê piştgiriyê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Serokê HUDAPARê: Qatilê Tahir Elçi him dewlet e him jî PKK ye
    Tirkiye delavên xwe nikare ji keştiyên rûsî re bigre?
    14 rojên tofanî: Nisêbîn
    Davutoglu: Em dixwazin qanalên pêwendî yên leşkeri bi Rûsyayê re vekin
    Navenda Zanistî ya Tirkî û Rûsî li Moskovayê hat asêkirin
    Etîketan:
    Almanya, Fransa, François Hollande, Angela Merkel, Sûriye, Almanya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de