01:44 26 Gulan 2018
Angela Merkel

Almanya 1200 leşkerî dişîne Rojhilata Navîn

© AP Photo / / Michael Sohn
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihand ku artêşa Alman, plan dike ku 1200 leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Almanya - Hat diyarkirin ku Almanya di çarçoveya kaolîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê de heta dawiya salê wê 1200 leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Serfermandarê Giştî yê Almanyayê Volker Wieker ê ji rojnameya Bild am Sonntag re axivî, diyar kir ku wê ev leşker yekser tevlî operasyonên li dijî DAIŞê nebin lê, di çarçoveya koalîsyonê de wê piştgiriyê bidin balafir û keştiyên şer.

Pêşniyarên artêşa Alman ên  ji bo tevlîbûna koalîsyonê pêwîst e ji aliyê Parlamentoya Elman ve bên erêkirin. Koalîsyona hikûmetê ya Merkel serokatiya wê dike, di parlamentoyê de xwedî hejmara herî zêde ye.

Serfermandarê Giştî yê Almanya Volker Wieker got: ‘Ji bo alîkariya balafir û keştiyên şer 1200 leşker pêwîst in, diyar kir ku heta dawiya salê li benda encameke dawî ne.'

Çavlirê ye ku keştiyeke şer a Alman piştgiriyê bide balafira şer Charles-de-Gaulle ya Fransa ya li Deryaya Spî.  Li gel vê ji bo balafirên keşfê yên Alman li Tornado bi cih bibin Almanya bi Urdin û Tirkiyeyê re di nav danûstendinan de ye.

Bi heman mijarî:

Almanya: Entab dezgehê jinfirotana DAIŞê ye
Almanya: ‘Em ê piştgiriyeke zêdetir bidin hêzên kurd'
Maça Almanya û Holandayê hat betalkirin
Almanya: Em ê çekan bidin Pêşmerge û wan perwerde bikin
Wezîra Parastinê ya Almanyayê û Mesûd Barzanî civiyan
Etîketan:
DAIŞ, Angela Merkel, Almanya, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de