03:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu û Jens Stoltenberg

    Li gorî Medvedev, axaftina Davutoglu ya ku 'em lêborînê naxwazin' fizûliye

    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2501

    Li gorî Medvedev daxuyaniya Serokwezirê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ku gotibû 'em lêborînê naxwazin' fizûliye.

    Navenda Nûçeyan - Davutoglu di civîna çapemenî rastî pirsa ku ‘hûn difikirin ku ji Rûsyayê lêborînê bixwazin' bersivand û got, parastina qada hewayî ne maf e wezîfeyeke. Tu serokê hikumetekê ji bo ku wezîfeya xwe bi cih tîne lêborînê naxwaze. Artêşa me wezîfeya xwe bi cih aniye. Bila tu dewlet hêviya lêborînê ji me nekin.

    Medvedev: Daxuyaniyên Tirkiyeyê fizûlî ne

    Ji aliye din ve li hemberî gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ku got, ‘bila tu kes hêviya lêborînê ji me neke' Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev gotina wî nirxand û got, hikumeta Tirkiyeyê ketiye nava rewşe acêb û ev daxuyaniyên wiha fizûlî ne.

    Medvedev di berdewamiya axaftina xwe de got, ev tedbîrên me ji bo Tirkiyeyê dibe ku hesas bin, lê ji bo ekonomiya Rûsyayê bi şekle herî kêm bandor hatin amade kirin. Rûsya di vê mijarê de dê pragmatik be.

    Serokwezîrê Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got, ev tedbîrên ku em digrin hewceyî pê heye û armanca me ne hedef girtina gelê Tirkiyeyê ye.

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Divê PKK û dewleta Tirkiyayê werin ser maseyekê'
    Parêzerên Silêmaniyê kuştina Elçî şermezar kirin
    Li Geverê di hefteyekê de sewqiyata 5emîn
    Li kolana ku Tahîr Elçî hat kuştin êrişî heyeta dozgeran û endamên baroyê kirin
    Rûsya êdî kîjan berheman ji Tirkiyayê nastîne?
    Etîketan:
    Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Tirkiye, Rûsya, Dmitriy Medvedev, Ahmet Davutoglu, Brûksel, Belçîka, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de