06:37 19 Tebax 2017
Zindî
    Kim Jong-Il

    ÎDIA- 'Ez ê Tirkiyayê bi bombeyeke atomî ji holê rakim'

    © REUTERS/ KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 90301

    Li gorî nûçeya bizimyol.info ya azerbaycanî Serokê Koreya Bakurî derbarê Sûriyayê de Tirkiya tehdîd kiriye.

    Navenda Nûçeyan – Piştî ku balafira rûsî ji aliyê jetên artêşa Tirkiyayê ve hate xistin û pîlotekî wê jî bi destî tirkmanên Sûriyayê ve hate kuştin navbera Tirkiyayê û Rûsyayê li hev ket. Herwiha piştî bûyerê gelek civînên fermî û peymanên bazirganî û leşkerî hatin betalkirin.

    Tê zanîn ku bi salan e di navbera Rûsya, Koreya Bakur û Sûriyayê de pêwendiyên xurt hene; herwiha tehdîdeke li hemberî yekê ji bo berjewendiya hemûyan neyînî ye.

     Îcar malpera azerî îdiaye wiha weşand: Serokê Koreya Bakurî Kim Jong — Un diyar kir ku bila Tirkiya hesabê xwe baş bike û êrişî Sûriyayê neke; heke tiştekî wisa bike ew dê Tirkiyayê bi bombeyeke atomî ji holê rake. 

    Ev daxuyaniya Serokê Koreya Bakur li ser medyaya civakî ya azerbaycanê kete nav nûçeyên zêde xwendî û herwiha di malperên kurdan de jî cih girt.

    Herwiha li ser malpera rojnameya Ed-Diyar a libnanî jî heman nûçe digel vîdyo-raportekê hate weşandin ku gotina malpera azerî piştrast dike. Li gorî demjimêra weşandinê malpera azerî pêşiyê nûçe weşandiye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo rizgarkirina Mûsilê civiyan
    Pêşmerge: ‘Em serbilind in ku bi gerîlayên PKKê re li heman çeperê şer dikin'
    Brîtanya: 'Em ê alîkariyê bidin kurdên Rojava'
    Bagdasarov: Pêwîst e Rûsya bi tundî bersivê bide Tirkiyeyê
    Hollande: 'Desteka leşkerî ya ji bo kurdan cihê kêfxweşiyê ye'
    FLAŞ ÎDIA - Leşkerên Amerîka gihîştin Kobanî û Qamişloyê
    Etîketan:
    bombeya atomî, Kim Jong-il, Koreya Bakûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de