13:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Brîtanya

    Brîtanya: 'Em ê alîkariyê bidin kurdên Rojava'

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17401

    Li gorî nûçeya BBCyê, Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron li Parlamentoya Brîtanyayê siyaseta nû ya welatê xwe eşkere kir û derbarê şerê li dijî DAIŞê de gotarek pêşkêş kir.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron di axaftina xwe de got ku hêzên kurdan û Artêşa Azad a Sûriyayê hêzên bejahiyê yên li dijî DAIŞê ne; lewre ew dê li Sûriyayê piştgiriyê bidin hêzên kurd, Artêşa Azad a Sûriyayê û dijbereyên ereb; herwiha divê ji bilî piştgiriya leşkerî alîkariyên siyasî bigihêjin hêzên li Sûriyayê.

    David Cameron ragihand ku operasyonên hewayî yên li Sûriyayê ne li dijî berjewendiya Brîtanyayê ne û û got: ‘Em nikarin ewlehiya xwe ya neteweyî li hêviya hevalbendên xwe bihêlin. DAIŞ her ku diçe bihêztir dibe û êrişên nû pêk tîne.'

    Cameron di berdewamiya axaftina xwe de got ku li Sûriyayê beşdariya operasyona hewayî dê nebe sedema êrişên li dijî welatê wî û got: ‘Brîtanya jixwe di hedefa DAIŞê de ye; heke em beşdarî operasyonên li Sûriyayê nebin dibe ku destkeftinên li Iraqê jî têkbiçin.'

    Hêjayî gotinê ye ku Birîtanya li Iraqê beşdarî operasyonên Hêzên Hevpeyman ên li dijî DAIŞê dibe û li Sûriyayê beşdar nabe

    Bi heman mijarî:

    Bagdasarov: Pêwîst e Rûsya bi tundî bersivê bide Tirkiyeyê
    Hollande: 'Desteka leşkerî ya ji bo kurdan cihê kêfxweşiyê ye'
    FLAŞ ÎDIA - Leşkerên Amerîka gihîştin Kobanî û Qamişloyê
    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    Fermandarê artêşa azad ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin
    STENBOL - 3 kurd winda bun!
    Etîketan:
    Artêşa Azad a Sûriyayê, DAIŞ, Hêzên Hevpeyman, David Cameron, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de