08:02 24 Tebax 2017
Zindî
    François Hollande

    Hollande: 'Desteka leşkerî ya ji bo kurdan cihê kêfxweşiyê ye'

    © Foto: Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5101

    Serokomarê Fransayê û Serokwezîra Almanyayê di civîna xwe ya çapemeniyê de got: 'Divê hêza kurdan a leşkerî bê destekkirin.'

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Fransayê François Hollande  duh êvarê li Qesra Elysee ya Parîsê bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hevdîtinek fermî pêk anî û piştî hevdîtinê her du lîderan civîneke çapemeniyê li dar xist.

    Serokomar Hollande kêfxweşiyaxwe bi gotinên Merkelê anî û got: ‘Êdî tu welatek ji êrişên DAIŞê ne di ewlehiyê de ye û divê em hemû tedbîran bigirin.'

    Hollande herwiha dilşadiya xwe bi şandina 150 rawêjkarên leşkerî yên almanî jî anî û got: 'Rakirina asta perwerdehiya Pêşmerge cihê kêfxweşiyê ye.'

    Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls jî li Meclisa Fransayê diyar kiribû ku eniya global a li hemberî DAIŞê divê destekê bide hemû hêzên li dijî DAIŞê şer dikin, bi taybetî jî destekê bidin kurdan.

    Bi heman mijarî:

    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    Fermandarê artêşa azad ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin
    STENBOL - 3 kurd winda bun!
    Almanya: ‘Em ê piştgiriyeke zêdetir bidin hêzên kurd'
    YPG: ‘Eger balafirirên tirk qada me îxlal bikin em ê lêxin'
    Malbatatên 6 polês û leşkerên destê PKKê de ne bang li meclisê kirin
    Medyaya Îsrayîlê: ‘Berjewendiya me û Rûsyayê ya hevbeş avakirina dewleteke kurdî ye'
    Ji KCDê banga ji bo Nisêbînê
    Etîketan:
    şerê li dijî DAIŞê, desteka leşkerî ji bo kurdan, Manuel Valls, Angela Merkel, François Hollande, Almanya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de