02:18 18 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê - Leşerên amerîkî

    FLAŞ ÎDIA - Leşkerên Amerîka gihîştin Kobanî û Qamişloyê

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30112

    Hat ragihandin ku 50 serbaz û leşkerên amerîkî ji bo piştgiriya YPGê gihîştin bajarên Kobanî û Qamişloya Rojava.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî îdiaya nûçegihanê televîzyona El Meyadînê ku dispêre çavkaniyên bi ewle, Amerîkayê ji bo piştgiriya kurdan 50 serbaz û leşker di deriyê Mirşit Pinarê de derbasbûn û gihîştin bajarên Kobanî û Qamişloya Rojava.

    Nûçegihanê El Meyadînê Dima Nasîf dibêje leşkerên amerîkî piştgirî û şêwirmendiya leşkeri didin YPGê û Hêza Sûriyeya Demokratîk.

    Her wiha çend roj berê jî Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk eşkere kiribû ew ê hêzêke taybet ku ji serbaz û leşkeran pêk tê dê bişînin Sûriyeyê. McGurk di axaftina xwe de gotibû ku, ew hêza bejayî di demeke nêzîk de wê herin Sûriyê û dê hêzên dijberên DAIŞê perwerde bikin û leşkerên amerîkî nakevin nava şer û dê tenê perwerde û rawêja leşkerî bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    Fermandarê artêşa azad ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin
    Almanya: ‘Em ê piştgiriyeke zêdetir bidin hêzên kurd'
    YPG: ‘Eger balafirirên tirk qada me îxlal bikin em ê lêxin'
    Malbatatên 6 polês û leşkerên destê PKKê de ne bang li meclisê kirin
    Etîketan:
    El Meyadîn, Amerîka, Dima Nasîf, Brett McGurkDû, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de