18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Almanyayê

    Almanya: ‘Em ê piştgiriyeke zêdetir bidin hêzên kurd'

    © AFP 2017/ / Alexander Nemenov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 40401

    Serokwezîra Almanyayê duh êvarê li Parîsê bi Serokomarê Fransayê re hevdîtinek pêk anî û derbarê şerê li dijî DAIŞê de axivî.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel duh êvarê li Parîsê bi Serokomarê Fransayê François Hollande re hevdîtinek fermî pêk anî û piştî hevdîtinê her du lîderan civîneke çapemeniyê li dar xist.

    Angela Merkel derbarê şerê li dijî DAIŞê de wiha got: ‘Heke Serokomarê Fransayê ji me bixwaze ku em rê û rêbazên li dijî DAIŞê bi pêş ve bibin helbet ev berpirsiyariya me ye.'

    Merkelê derbarê alîkariyan de agehî neda û got: ‘Divê DAIŞ bi riya leşkerî were têkbirin.'

    Wezîrê Karên Derve yên Almanyayê Frank-Walter Steinmeier jî li Meclisa Federal a Almanyayê axivî û got: ‘Ji bo têkbirina DAIŞê tenê riya leşkerî têrê nake û bêyî wê jî nabe. Lewre divê her du rê jî bên bikaranîn.

    Ji aliyekî din ve Wezareta Parastinê ya Almanyayê ragihand ku 100 rawêjkarên leşkerî yên almanî li Hewlêrê alîkariyê didin Hêzên Pêşmerge û plan dikin ku 50 rawêjkarên din jî bişînin Herêma Kurdistanê.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê jî derbarê mijarê de daxuyand ku ‘Ev hevkarî û projeyên pêkhatî ispata wê yekê ne ku Almanya piştgiriya Hêzên Pêşmerge dike.'

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Eger balafirirên tirk qada me îxlal bikin em ê lêxin'
    Malbatatên 6 polês û leşkerên destê PKKê de ne bang li meclisê kirin
    Medyaya Îsrayîlê: ‘Berjewendiya me û Rûsyayê ya hevbeş avakirina dewleteke kurdî ye'
    Ji KCDê banga ji bo Nisêbînê
    KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'
    Serokê PAKê: ‘Firsend heye ku kurd bibin aktorên berjewendiya xwe'
    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Piştî 14 rojan li Nisêbînê qedexe hate rakirin
    Etîketan:
    bi riya leşkerî, rawêjkarên leşkerî, şerê li dijî DAIŞê, Frank-Walter Steinmeier, François Hollande, Angela Merkel, Herêma Kurdistanê, Fransa, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de