09:59 18 Tebax 2017
Zindî
    Parlamenterên Fransayê di dema rêûresmê danîna baqên gulan li ber paykerê berevaniya qehreman li Sevastopolê

    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'

    © Sputnik/ Maks Vetrov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 87010

    Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls da xuyakirin ku divê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê destekê bide Kurdan.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîr Manûel Valls beriya dengdayîna li ser tezkereyê li Parlamenta Neteweyî peyivî û xwest êrîşên hewayî yên Fransayê yên li Sûriyeyê bê direjkirin. Piraniya parlamenteran, tezkereya Sûriyeyê erê kir.

    Valls di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ku eniya global a li hemberî DAIŞê divê destekê bide hemû hêzên li dijî DAIŞê şer dikin, bi taybetî jî destekê bidin Kurdan. Serokwezîrê Fransayê xwest ku komên mûxalefetê yên nerm jî werin destekkirin û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî hemû rêxistinên terorîst bidomînin.

    Valls got, "Pêwîste çalakiyên me yên hewayî xwe bispêrin operasyonên bejahî" û anî ziman ku operasyonên bejahî jî tevî Kurdan ancax bi hêzên herêmî re werin meşandin.

    Valls di dewama axaftina xwe de got, "Wê şaş be ku em yekîneyên xwe ji bejahî ve bişînin. Divê em bûyerên li vê herêmê qewimîne dersê derxînin û destekê bidin yekîneyên Kurd û Sûnî yên li vê qadê têdikoşin."

    Valls ragihand ku hêzên hewayî yên Fransayê ji meha Îlonê û vir ve li Sûriyeyê êrîşên hewayî dike û li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 300 êrîşên hewayî pêk anîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya dê li hemberî DAIŞê piştgiriyê bide Fransayê
    Fransayê ji Deryaya Spî dest bi êrîşan kir
    Fransa: Divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were lidarxistin
    Netewên Yekbûyî pêşniyara Fransayê qebûl kir
    Fransa: Hêviya me kurd in
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, DAÎŞ, Manûel Valls, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de