14:10 24 Mijdar 2017
Zindî
    Barak Obama

    Obama: ‘Mafê Tirkiyeyê heye ku sînorê xwe biparêze'

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 32601

    Serokê Amerîkayê Barack Obama bi Serokomarê Fransayê François Hollande re li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xistin.

    Amerîka - Obama di civînê de diyar kir ku armanca Amerîkayê ya sereke ew e ku nehêla ev bûyer bibe krîzeke mezin û got: ‘Mafê Tirkiyeyê heye ku sînorên xwe (qada hewayê) biparêze.'

    Obama operasyonên Rûsyayê  ku li dijî DAIŞê pêk tîne ji bo vê bûyerê weke sedem da nîşan û diyar kir ku operasyon li nêzî sînorê tirkiyê pêk hatiye.

    Her wiha Obama destnîşan kir ku ew bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re jî biaxive.

    Obama diyar kir ku Rûsya li Sûriyê bi ser mûxalîfan de operasyon pêk tîne û ev jî Esad zêdetir hêzdar dike. Obama got: ‘Eger Rûsya operasyonên xwe bi ser DAIŞê de zêdetir pêk bîne, wê roleke avakar derxe holê.'

    Her wiha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê bûyerê de axivî û got: ‘Me nizanibû ku balafira xistî, aydî kî ye.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Hevkarê terorîstan em ji piştê ve xencerkirin(Gav bi gav tê nûkirin)
    Amerîka: Em li Barzanî şaş û metel man
    Fransayê ji Deryaya Spî dest bi êrîşan kir
    Fransa: Divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were lidarxistin
    Rûsya dê li hemberî DAIŞê piştgiriyê bide Fransayê
    Etîketan:
    François Hollande, Barack Obama, Rûsya, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de