22:22 24 Îlon 2017
Zindî
    balafir

    Fransayê ji Deryaya Spî dest bi êrîşan kir

    © AFP 2017
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5310

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê Fransayê ji Deryaya Spî li dijî baregehên rêxistina DAIŞê ya li Sûriyayê operasyona xwe ya yekem bi cih anî.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyên leşkerî yên fransî ragihandin ku serê sibeha îro (23ê Mijdarê) balafirên fransî ji Deryaya Spî firiyane û li baregehên DAIŞê yên li Sûriyayê xistine.

    Duh (22ê Mijdarê) jî Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Odrian diyar kiribû ku keştiya balafiran a bi navê ‘Charles de Gaulle' a Fransayê gihiştiye rojhilatê Deryaya Spî.

    Keştiya balafiran ‘Charles de Gaulle' digel keştiyeke leşkerî ya brîtanî serkêşiya grûpeke keştiyên leşkerî yên fransî dike. Ji vê keştiya balafiran 26 balafirên şer ên ‘Rafale' û 8 balafirên şer ên ‘Super Atendar' radibin û li baregehên DAIŞê dixin û vedigerin keştiyê.

    Etîketan:
    Keştiya balafiran Charles de Gaulle, Deryaya Spî, balafirên şer, Wezareta Parastinê ya Fransayê, Jean-Yves Odrian, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de