08:33 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya fransa

    Fransa: Divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were lidarxistin

    © Foto: © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2211

    Wezîrê Parastinê yê Fransayê diyar kir ku divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were lidarxistin.

    Li gorî nûçeya Anfê Wezîrê Parastinê Fransayê Jean-Yves Le Drian destnîşan kir ku divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were kirin, daku biryargeha siyasî û navendên perwerdehiyê yên DAIŞê xwînrij li van bajaran e.

    Drian da xuyakirin, ku tinekirina DAIŞê ancax bi tevgereke ji bejahî ve pêkane ye. Wezîr anî ziman ku şandina yekîneyên taybet ên Fransayê niha di rojeva wan de nîne û got, ‘Ji ber ku îro hêzên koalîsyonê ji hewayê, Kurd jî ji bejahî ve êriş dikin. Şengal hat azadkirin. Ev vê nîşan dide: pêwîstî bi demê, êrişên hewayî û hêzên bejahî heye.'

    Ala Fransayê
    © Sputnik/ Vitalei Ankov
    Wezîrê Parastinê Le Drîan diyar kir ku balafirên li ser keştiya balafiran a Fransayê Charles-de-Gaulle ya ji Rojhilatê Derya Spî re hat şandin, wê ji roja Duşemê pê ve karibin beşdarî êrişên hewayî bibin.

    Li ser keştiya balafiran a Fransayê 26 balafir hene. Tevî vê, li Emaretên Ereb ên Yekbûyî 12, li Urdunê jî 6 balafirên şer ên Fransayê hene. Fransa bi vî rengî wê bi 38 balafiran cihê xwe di operasyonên li hemberî DAIŞê de bigire. Wezîrê Parastinê di nava hedefên li wan bên xistin de Mûsil û Reqqayê bilêv kir.

    Wezîrê Parastinê yê Fransayê da xuyakirin ku li Mûsilê navendên biryara siyasî ye, li Reqqayê jî navenda perwerdehiyê ya şervanên biyanî heye û got:‘Divê li van her du bajaran bê xistin.'

    Bi heman mijarî:

    Jetên rûsî vê carê jî ji bo kuştiyên Parîsê moşek avêtin
    Rûsya: Di dema teqîna Parîsê de NATO li ku bû?
    Plansazê êrişa Parîsê Abaaoud hatiye Stenbolê jî
    Li Parîsê operasyon: Komkujekî xwe teqand
    Salih Muslim li Parîsê komkujiyê şermezar kir
    Alema Îslamê jî êrişa Parîsê şermezar kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Jean-Yves Le Drian, Reqqa, Mûsil, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de