10:31 20 Îlon 2017
Zindî
    WikiLeaks

    Wikileaks: Erebistana Siûdî destekê dide hemû terorîstên sunî-mezheb

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1011

    Wikileaksê vê carê jî hinek belge weşandin ku bi eşkerekirina Clintonê têkiliya Erebistana Siûdî û komên terorîst derdikeve holê.

    Navenda Nûçeyan — Wikileaksê hinek e-posteyên din ên Hillary Clinton weşandin û di yekê de ramana xwe wiha vedibêje: Li ser rûyê cîhanê dewleta ku herî zêde piştgiriyê dide hemû terorîstên sunî-mezheb Erebistana Siûdî ye.

    Li gorî belgeyên weşandî Clinton dîrektîfekê dide ku çavkaniyên diravî yên Erebistana Siûdî di bin kontrolê de bin û transferên ber bi terorîstan bên astengkirin; herwiha siûdiyan jî hertim ji rêvebiriya Washingtonê re gotine ku li dijî terorîzmê çi ji destê wan bê dikin.

    Clinton piştrast dike ku Erebistana Siûdî piştgiriya hera xurt dide Taliban, El Qaide û komên terorîstî yên din û eşkere dike ku Erebistana Siûdî ji bo astengkirina fînansê pêngavên gelekî sist diavêje.

    Bi heman mijarî:

    Li Şaxê 4 kes hatin binçavkirin
    Moskova, ji bo Îranê dest bi sewqiyata moşekên S-300 kir
    Li Amedê rojevê bi ingilizî nîqaş dikin
    Li Gimgimê êriş: 6 leşker birîndar bûn
    HDP li ser 'suîqestê' bi awayekî awarte dê bicive
    Medvedev: Amerîka bû sebeb ku DAIŞ bi hêz bibe
    Nasnameyên du şervanên YPGê diyar bû
    Etîketan:
    piştgiriya terorîzmê, El Qaide, Taliban, DAIŞ, Hillary Clinton, Erebistana Siûdî, DYA, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de