08:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev: Amerîka bû sebeb ku DAIŞ bi hêz bibe

    © Sputnik/ Ekaterina Shtukina
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev destnîşan kir ku, polîtikayên Amerîkayê ên şaş li Rojhilata Navîn DAIŞ bi hêz kir.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev destnîşan kir ku, polîtikayên Amerîkayê yên şaş li Rojhilata Navîn bû sedema bihêzbûna DAIŞê.

    Medvedev li Malezyayê di zîrweya Yekîtiya Netewên Asya yên Başûrê Rojhilat (ASEAN) de axivî û got, DAIŞ, bi xêra polîtikayên Amerîkayê yên şaş bi hêz bû. Amerîka û dewletên mutefiq li şûna ku tekoşîna terorê bikin, bi Serokê Sûriyeyê re ketin tekoşînê. Arambûna Rojhilata Navîn di polîtikayeke aqîlane de derbas dibe.

    Xamaney: Amerîkayê DAIŞ ava kir

    Her wiha Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney îdia kir ku, di avakirina DAIŞê de rola rêvebiriya Washîngtonê heye. Xamaney di axaftina xwe de got, Amerîka li Iraqê rasterast piştgiriya DAIŞê dike û koalisyona navneteweyî ku li hemberî rêxistinên terorîst hatiye ava kirin ne bi ewle ye.

    Xamaney di berdewamiya axaftina xwe de got, li gorî zanyariyên rast û bi ewle, Amerîka û hinek welatên herêmê yên paşverû li Iraqê rasterast piştgiriya DAIŞê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Tu planên me yên veşartî ji bo deynê Ûkraynayê tunene
    Medvedev: Dibêjin cîhan bibe dojeh jî em bi Rûsyayê re naxebitin
    Medvedev: Esed qet nehat guherandin
    Medvedev: 'Em ne ji bo serokekî; lê ji bo welatekî operasyonan li dar dixin'
    Îran: Besîc ji bo xwekujiyan amade ye
    Etîketan:
    Îran, Rûsya, Dmitriy Medvedev, Ayetullah Xamaneyî, Îran, Malezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de