14:45 19 Îlon 2017
Zindî
    Polêsên Belçîkayê

    Belçîka di alarma ewlekariyê ya herî bilind de ye

    © REUTERS/ Yves Herman
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1301

    Li Belçîkayê, alarma ewlekariyê ku ji ber gefa êrîşê di asta herî bilind de hat ragihandin.

    Navenda Nûçeyan — Roja Yekşemê li herêma paytext Bruksel û bajarê Charleroî, polês û leşker bi wesayîtên zirxî daketin kolanan û dest bi operasyonê kirin. Di dema operasyonan de Polêsê Federal xwest ku di organên weşanê û tora medya civakî de agahiyên aktûel ên li ser operasyonê neyên weşandin.

    16 kes hatin girtin

    Di operasyona ku heta nîvê şevê hat meşandin de polêsan avêtin ser 22 navnîşanan li navenda Brukselê û li bajarê Charleroî jî li 3 navnîşanan serdegirtin hat kirin. Bi giştî 16 kes hatin girtin.

    Dozgeriya Federal da xuyakirin ku lêgerîn bêpirsgirêk derbas bûye, bi tenê li komuna Molenbeekê wesayîtekê bi ser hêzên ewlekariyê de ajotiye. Piştî ku hêzên ewlekariyê gule teqandin, kesê nasnameya wî nehat aşkerakirin reviya, lê di demeke kurt de hat girtin.

    Dozgeriya Federal ragihand ku di nava binçaviyan de kesê bi navê Salah Abdeslam ê tê gotin tevlî komkujiya li Parîsê bûye, nîne. Polêsê Fransa û Belçîka bi rojane li Abdeslam digerin. Gelek organên medyayê dibêjin ku Abdeslam di operasyona li Belçîkayê de reviya ye û ber bi Elmanyayê ve çûye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka leşkerên xwe dişîne Sûriyeyê
    Dema civînê rastî bombeyan hatin: 65 kuştî
    Li hemberî Demîrtaş hewldana sûîqastê
    Guler bi sirûda Rojava û helbesta Nazim Hikmet hate oxirkirin
    Barzanî: ‘Cihê ku pêşmarge lê ye, pêwîstî ji yê din re nîne'
    Etîketan:
    Polêsên Belçîkayê, DAIŞ, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de