20:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    Bert Koenders

    Dewleta Holanda rasterast dê çekan ji pêşmerge bişîne

    © AFP 2017/ ILMARS ZNOTINS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Holanda ragehand ku di çarçoveya tekoşîna li dijî rêxistina DAIŞê ew dê çekan bo Hêzên Pêşmerge bişînin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya radiyo û televizyona fermî ya Holanda NOSê, Wezîrê Derve yê Holandayê Bert Koenders eşkere kiriye ku di çarçoveya tekoşîna li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de, ji bo şandina çek û pêwîstiyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge li gel Almanya şewrê dikin.

    Almanya ji destpêka şerê DAIŞê ve çek û pêwîstiyên leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê û her wiha rawêjkarên leşkerî yên alman jî perwerdeya leşkerî didin pêşmergeyan.

    Niha fermandarên leşkerî yên holandî jî li Hewlêrê baregahek leşkerî danîne û hewl didin di karê perwerdeyê de alîkarî bidin Pêşmerge. Lê bi baweriya Wezîrê Karê Derve yê wî welatî, ji bo rû bi rû bûna terorê, tenê rahênan û perwerde têr nake.

    Bert Koenders di vê mijarê de jî gotiye ku divê şer bi bejahî jî li dijî terorê bê kirin û ew hêzên ku li dijî terorê radiwestin jî bêne çekdar kirin.

    Piştî serkeftina hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û rizgarkirina Şingalê, welatên Ewropî piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, zêdetir dikin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Krîza Maliyê da zanîn ku terorîzm sînoran nasnake
    Ocalan: Ev 7 meh in haya me jê tuneye
    Dewleta Kanada heftane 6 hezar penaber digire
    Plansazê êrişa Parîsê Abaaoud hatiye Stenbolê jî
    Netewên Yekbûyî pêşniyara Fransayê qebûl kir
    Etîketan:
    Holanda, Bert Koenders, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de