01:27 14 Kanûn 2017
Zindî
    Penaberên ku di rêya Yonanistanê re derbasî welatên Ewropayê yên din dibin

    Dewleta Kanada heftane 6 hezar penaber digire

    © AFP 2017/ SOEREN BIDSTRUP
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî rêkeftina dabeşkirina penaberên Sûriyeyê li welatên ewropa wê Kanada pêşwaziya 25 hezar penaber bike.

    Navenda Nûçeyan — Tora ragihandinê CTV a kanadî ragehand ku, ji serê meha bê ve dê her heftiyê 6300 penaberên Sûriyê ji Urdinê bighên welatê Kanada û wê li bajarê Torinto bêne bicî kirin. Ev penaber wê di çarçoveya wê rêkeftinê de Kanada 25 hezar penaberên Sûriyeyê ji heryek ji Urdin, Libnan û Tirkiyê werbigrin.

    Herwiha destnîşan kirina wan penaberan wê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û berpirsên kanadî were kirin, ji bilî pişkinîna xwînê, pencemor û lêkolînên ewlekariyê.

    Ji aliyekî din ve Wezareta Bergiriya Kanada ragehand ku, wê operasyona pêşwazî kirina wan penaberan ji aliyê navendek leşkerî ya kanadî ve were kirin li wîlayetên Ontaryo û Kîbîkê.

    Herwiha Efserê Pêwendiyên Derve yê Wezareta Bergiriya Kanada Domînîk Tîsîye ji malpera navborî re ragehand, ‘niha em mijûlî amadekirina cihên guncawin bo wan penaberan, bi taybet ku niha werzê zivistanê ye û sermeyek giran li welatê me heye.'

    Bi heman mijarî:

    Plansazê êrişa Parîsê Abaaoud hatiye Stenbolê jî
    Netewên Yekbûyî pêşniyara Fransayê qebûl kir
    Tirkiye û Amerîka li DAIŞê dan - Herî kêm 70 kuştî
    Gewer û Nisêbîn: 3 kuştî û 3 birîndar
    YPG: Em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin
    Etîketan:
    Kanada, Kanada, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de