20:11 11 Kanûn 2017
Zindî
    Abdelhamid Abaaoud

    Plansazê êrişa Parîsê Abaaoud hatiye Stenbolê jî

    © AP Photo/ Militant Website
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku plansazê êrişa Parîsê Abdelhamid Abaaoud li stenbolê jî maye.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku plansazê êrişa Parîsê Abdelhamid Abaaoud ku roja Çarşemê li taxa Saint-Denisa Parîsê hat kuştin, li stenbolê jî maye.

    Li gorî polêsên alman Abaaoud di 20ê Rêbendana 2014an diçe balafirxaneya Koln/Bonnê ku here Stenbolê û polês di kontrola pasaportê de rastî hişyariya ewlehiyê tê û polêsên alman polêsên Belçîkayê agahdar dikin.

    Lewra li gorî nûçeya Huriyetê ya Celal Ozcan polêsên Belçîkayê tu tedbîrekê nagre û nabêje destura seyeheta wî nedin. Abaaoud ji polêsên alman re dibêje ez ê herim Stenbolê cem hevalên xwe, diçe Stenbolê û ji wir jî derbasî Sûriyeyê dibe, li gorî unîteyên ewlehiyê Abaaoud di nava salekê de herî kêm 2 caran ji Sûriyeyê derbasî ewropayê bû.

    Dema polêsê Belçikayê di 15ê Rêbendana 2015an de li Verviersê bi ser hucreyekê de girt û 2 kes kuştin wê demê Abaaoud li Belçîkayê bû. Bi ser rêya Balkanan derbasî Sûriyeyê dibe.

    Bi heman mijarî:

    Netewên Yekbûyî pêşniyara Fransayê qebûl kir
    Tirkiye û Amerîka li DAIŞê dan - Herî kêm 70 kuştî
    YPG: Em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin
    Ji Pûtîn şîroveya êrişên Sûriyeyê: Başe lê têrê nake
    Fermandarê Tu-22M3 raport da Pûtîn: 4 roj 60 sortî 42 hedef
    Etîketan:
    DAIŞ, Fransa, Belçîka, Almanya, Abdelhamid Abaaoud, Fransa, Belçîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de