05:25 12 Kanûn 2017
Zindî
    Netewên Yekbûyî (NY)

    Netewên Yekbûyî pêşniyara Fransayê qebûl kir

    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Encumena Asayişê ya Netewên Yekbûyî (NY) pêşniyar qanûna Fransa ya şerê DAIŞê pesend kir.

    Navenda Nûçeyan — Hefteyek piştî êrişên Parîsê, Encumena Asayişê ya NY pêşniyar qanûna Fransa ya şerê li dijî DAIŞê bi dengên tevahiya endaman ku Rûsyayê jî piştgirî dida pesend kir.

    Di wê peymanê de ji tevahiya welatên endamên NY hatiye xwestin di şerê DAIŞê de beşdar bibin, çavkaniyên darayî yên rêxistinê bimiçiqînin û nehêlin endamên biyanî derbasî Sûriyê bibin.

    Her wiha Rûsyayê jî pêşniyar qanûnek ji bo şerê DAIŞê amade kiriye û dixwaze pêşkêşî Encumena Asayişa NY bike. Lê tê gotin, ji ber ku Rûsyayê di pêşniyara xwe de behsa hevkariya bi Beşar Esed re kiriye, piraniya endamên Encumenê li dijî wê ne.

    Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron li ser wê peymana nû ya şerê DAIŞê got, ev gaveke girîng e. Dinya îro li dijî DAIŞê bû yek.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye û Amerîka li DAIŞê dan - Herî kêm 70 kuştî
    Gewer û Nisêbîn: 3 kuştî û 3 birîndar
    YPG: Em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin
    Ji Pûtîn şîroveya êrişên Sûriyeyê: Başe lê têrê nake
    Li Dêrsimê teqîn
    Etîketan:
    DAIŞ, Fransa, NY, IRAQ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de