05:52 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Fransayê

    Fransa: Hêviya me kurd in

    © Sputnik/ Vitalei Ankov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8321

    Piştî êrişên DAIŞê li Parîsê, Fransa dixwaze zêdetir tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe û wê rêxistinê jinav bibe.

    Navenda Nûçeyan — Piştî êrişên DAIŞê li Parîsê, Fransa dixwaze zêdetir tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe û wê rêxistinê jinav bibe. Berpirsekî fransî jî dibêje, pêwîst e zêdetir çekan bidin kurdan, ji ber ku diyar bû ku tenê ew li ser erdê şerê DAIŞê dikin.

    Ligel serhildana hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, Fransa di cih de tevlî wê hevpeymaniyê bû û roleke pir bi bandor di wî şerî de list. Fransa piştî êrişên xwekujî yên li Parîs, ku tê de 129 kes hatin kuştin, dixwaze beşdariya xwe di hevpeymaniyê de zêdetir bike.

    Parlamenterê Fransa û Serokê Lijneya Dostayetiya Fransa û Kurdistanê Piyêr Luluş ragihand ku, ‘min di civînekê de ligel wezîrê parastinê yê Fransa de jê re got, divê em bilez hizra vê yeke bikin û çekên giran bidin kurdan, ji ber ku ji me re zelal bû ku tenê kurd li ser erdê şerê DAIŞê dikin û bûne hêvî ji cihanê re.'

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêrê êrişî Wezareta Pêşmerge kirin
    6 serbazên îranî li Sûriyeyê hatin kuştin
    Ji YNKê bo Heşda Şeibî: ‘Hûn berpirsiyarên can û malên kurdan in'
    Pêşmerge êrişa DAIŞê têk bir
    Onder: ‘Dewlet ne mecbûr e, mehkûm e.'
    Etîketan:
    DAIŞ, Piyêr Luluş, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de