15:27 18 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Sûdana Başûr

    Li dewleta ciwan Sûdana Başûr pêvajoya aştiyê dest pê kir

    © REUTERS/ /Goran Tomasevic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Her çiqas li Sûdana Başûr meha Tebaxê ya borî Peymana Aştiyê ya Navxweyî hatibû îmzekirin jî bicihanîna wê teze dest pê kir.

    Navenda Nûçeyan — Li dewleta ciwana cîhanê Sûdana Başûr meha Tebaxê ya borî di navbera partiya desthiltdar a Serok Salva Kiir û Riek Machar Serokê Tevgera Azadiya Gelê Sûdanê/Artêşa Muxalif [Sudan People's Liberation Movement/Army In Opposition (SPLM/A IO)] Peymana Aştiyê ya Navxweyî hatibû îmzakirin û bicihanîna wê heta van rojan dereng ket.

    Li gorî agehiyên berdest li Sûdana Başûr destpêkirina pêvajoya aştiyê bi awayekî fermî dest pê kiriye û dê heta dawiya mehê komeke Artêşa Muxalif bigihêje paytext Jubayê.

    Serokê Sûdana Başûr Salva Kiir peyamek ji gelê xwe re şand û got ku bila endamên Artêşa Muxalif bi dilekî fireh û efûkar pêşwazî bikin da ku civakeke nû were avakirin; aştî û hemahengî berdewam bibe.

    Hêjayî gotinê ye ku qeyrana siyasî ya di navbera Artêşa Muxalif û dewleta Sûdana Başûr de sala 2013an dest pê kiribû û 21 mehan berdewam kiribû; rewşa şer bi Peymana Aştiyê ya Navxweyî ya Tebaxa 2015an qediyabû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li İdlîbê me baregeha navendî ya DAIŞê îmha kir
    Hevşaredarên binçavkirî hatin girtin
    Heyeteke Kurdistanê serdana parlamentoya Swêdê kir
    Li Liceyê derketina derve hat qedexekirin
    Pêşnûmaya dijterorî ya Rûsyayê li benda erêkirina NY ye
    Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
    Etîketan:
    Peymana Aştiyê ya Navxweyî, Tevgera Azadiya Gelê Sûdanê/Artêşa Muxalif [Sudan People's Liberation Movement/Army In Opposition (SPLM/A IO), Riek Machar, Salva Kiir, Sûdana Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de