04:12 28 Gulan 2018
Parlamentoya Swêdê

Heyeteke Kurdistanê serdana parlamentoya Swêdê kir

© AP Photo / Jonas Ekstromer
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Heyete Parlamentoya Herêma Kurdistanê serdana Parlamentoya Swêdê kir. Biryar e ew çand serdana çend welatên din jî bikin

Navenda Nûçeyan - Li gorî agahiyan, şandeke Komîteya Navxwe û Asayişê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di çarçoveya geştekê de li Swêdê ne, serdana Parlamentoya Swêdê kir.

Heyet ji 10 endamên Komîteya Navxwe û Asayişê ya parlamentoyê pêkhatiye. Derbarê vê serdanê de Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayişê Nazim Kebîr ragihand ku, îro şanda me ligel Komîteya Hatinûçûnê ya Parlamentoya Swêdê civiya.

Kebîr di axaftina xwe de got, di civînê de gotûbêj li ser rewşa hatin û çûnê li Herêma Kurdistanê û Swêdê hat kirin û tekez kir, bo baştirkirina rewşa hatin û çûnê ew dixwazin mifayê ji sîstema hatin û çûna wî welatî werbigrin.

Kebîr her wiha got, biryar e îro di berdewamiya civînên xwe yên li Swêdê de, ew ligel Rêvebirê Giştî yê Hatinûçûnê yê paytextê Swêdê bajarê Stokholmê jî bicivin da ku zêdetir derbarê sîstema hatinûçûnê de biaxivin.

Her di çarçoveya serdana Heyata Herêma Kurdistanê de, heyeta Kurdistanê serdana kargeha çêkirina otomobîlan jî kir.

Ew 2 roj in şanda Parlamentoya Başûrê Kurdistanê li Swêdê ye û biryar e serdana çend welatên din ên ewropî jî bikin.

Bi heman mijarî:

Li Liceyê derketina derve hat qedexekirin
Pêşnûmaya dijterorî ya Rûsyayê li benda erêkirina NY ye
Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
Li bajarên kurdan girtin û binçavkirin berdewam kike
Zaxarova: Hê em nizanin kê balafir xistiye
Etîketan:
Komîteya Navxwe û Asayişê, Nazim Kebîr, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de