08:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Netewên Yekbûyî (NY)

    Pêşnûmaya dijterorî ya Rûsyayê li benda erêkirina NY ye

    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov diyar kir ku, Moskova, ji bo tekoşîneke hevpar li dijî terorê were meşandin pêşnûmayek pêşkeşî Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî kir.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov diyar kir ku, Moskova, ji bo tekoşîneke hevpar li dijî terorê were meşandin pêşnûmayek pêşkeşî Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî kir û em li bendê ne hetanî roja înê were erê kirin.

    Li gorî medyaya Rûsyayê ku dispêre Siromolotov, divê pêşnûma îro an jî sibê were erê kirin. Lewra êrişên terorî yên rojên dawî hewceyiyê bi vê dike. Pêşnûma di bin bandora êrişa Parîsê de û di tekoşîna dijî DAIŞê de bi armanca hevkariyê hat sazkirin.

    Her wiha Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Netewên Yekbûyî Vitaliy Çurkin ragihand, hinek naveroka pêşnûmayê li gorî axaftin û nêrînên serokên G-20ê hat amade kirin.

    Dewleta Rûsyayê bi taybet ji bo tekoşîna li dijî terorîzmê pêşnûmayek bi armanca hevkarî amade kir û pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî kir.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
    Li bajarên kurdan girtin û binçavkirin berdewam kike
    Zaxarova: Hê em nizanin kê balafir xistiye
    Penaber di sînor de mahsur man
    Li Farqînê êriş
    Etîketan:
    Rûsya, NY, Vitaliy Çurkin, Oleg Siromolotov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de