06:33 13 Kanûn 2017
Zindî
    Penaber

    Penaber di sînor de mahsur man

    © AFP 2017/ ARMEND NIMANI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Sirbîstan û Makedonyayê şeve din sînorên xwe ji penaberan re asê kir û bi 100an penaber di herêma bêalî de mehsûr man.

    Navenda Nûçeyan — Sirbîstan û Makedonyayê şeve din sînorên xwe ji xeyrî efxanî,iraqî û sûriyan ji penaberan re asê kir û bi 100an penaber di herêma bêalî de mehsûr man.

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Berdevka Komiseriya Bilind a Penaberan ya Netewên Yekbûyî Melita Sunjit destnîşan kir ku, dewleta Sirbîstanê bi 10an penaberên ku di sînorê Sirbîstan û Makedonyayê de bûn ew bere paş şandine û Makedonyayê jî ev penaber qebûl nekirine.

    Şeva xwe di herêma bêalî de derbaskirin

    Sunjit di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bo ku herdu dewletan sînorên xwe asê kirin bi 100an penaber şeva xwe di herêma bêalî de derbaskirin.

    Her wiha şahidên bûyerên ragihandin ku, polêsên makedonî ji xeyrî penaberên sûrî, raq û efxanî nehiştin tu kes derbas bibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Farqînê êriş
    Lavrov: Krîza Sûriyeyê bê Esad çareser nabe
    Qedexeya li Nisêbînê di roja 7. de didome (gav bi gav tê nûkirin)
    Cenazeyê Azîz Guler hat wergirtin
    Dadweriya Îranê bi wekaletnameyên sexte mehkûman îdam dike
    Etîketan:
    NY, Melita Sunjit, Makedonya, Sirbistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de