01:35 14 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    PEW: Li Tirkiyê 6 milyon însan dilxwazê DAIŞê ne

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî encama anketeke Navenda PEW a amerîkî ji sedî 8ê gelê Tirkiyeyê hez ji DAIŞê dikin. Ev jî 6 milyon kes dike û rêjeyek xeter e.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî encamên anketekê ji sedî 8ê xelkê Tirkiyê gotiye ku ew ji DAIŞ'ê hez dikin. Ji sedî 19 gotine ew nizanin û ji sedî 73 jî gotine nexêr. Li gorî vê encamê, li Tirkiyê 6 milyon kes dixwazê rêxistina DAIŞê ne.

    Navenda PEW a rapirsiyan a amerîkî li nav 11 welatên misilman de anketek çêkir û rêjeya dilsozên DAIŞê eşkere kir. Encamên anketê xeteriya li Tirkiyê jî raxiste ber çavan.

    Di anketê de rêjeya xelkên ku ji DAIŞê hez dikin, li tu welatekî de negehiştiye sedî 15ê. Nîjerya rêza yekem de ye ku ji sedî 14 xelkê wê ji rêxistina terorîstî hez dikin.

    Navend li 15 welatên Ewropî jî anket kiriye û ji sedî 50 zêdetir xelkên Ewropî dibêjin DAIŞ metirsiyeke bo ser civaka navdewletî ye.

    Li Fransa ji sedî 71, Îspanya ji sedî 77, Elmanya ji sedî 70 û Îtalya ji sedî 69ê xelkê, rêxistina terorê weke metirsî li dijî xaka xwe, dibînin.

    Bi heman mijarî:

    Esad: Hetanî DAIŞ têk neçe ez bi tu cihî ve naçim
    Obama: Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê divê Esad here
    Li Sûriyeyê peymana agirbestê
    Li Dortyolê qezaya trafîkê: 12 karker birîndar in
    Milîsên şie: Me hemû girtiyên kurd berdan
    Etîketan:
    DAIŞ, PEW, Fransa, Almanya, Libnan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de