10:41 27 Gulan 2018
Barak Obama

Obama: Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê divê Esad here

© REUTERS / Jonathan Ernst
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Amerîkayê Barak Obama diyar kir ku, ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê divê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ji wezifeya xwe veqete.

Navenda Nûçeyan — Obama li paytexta Manila ya Filîpînê di zîrweya Hevkariya Ekonomiya Pasîfîkê ya Asyayê (APEC) de derbarê rewşa Sûriyeyê ya dawî û tekoşîna li dijî DAIŞê de axivî

Obama di axaftina xwe de destnîşan kir ku, heke li Sûriyeyê di nava aliyan de lihev hatinek çênebe têkbirina me ya DAIŞê pir zahmete û lihev hatina aliyên siyasî ji bi çûna Esad ve girêdayî ye. Hetanî Esad li ser peywîrê be ez bi xwe rêyeke çareseriya şerê Sûriyeyê nabînim.

Ji aliye din ve Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî di tekoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriya xwe anî ziman û got, em wekî dewleta Kanadayê em ê di nava hêza hevpeyman ya Amerîkayê de bimînin.

Bi heman mijarî:

Li Sûriyeyê peymana agirbestê
Li Dortyolê qezaya trafîkê: 12 karker birîndar in
Milîsên şie: Me hemû girtiyên kurd berdan
Li Amedê teqîn
Îro cîhan bi îxbarên bombeyan hejiya, asta alarmê 2 qat hat bilindkirin
Etîketan:
APEC, Justin Trudeau, Barak Obama, Filipîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de