22:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    Polêsên Almanyayê

    Îro cîhan bi îxbarên bombeyan hejiya, asta alarmê 2 qat hat bilindkirin

    © Foto: www.airnewstimes.com
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Îro li seranserî cîhanê îxbarên bombeyan hebûn û polêsên welatan asta alarmê heta 2yan bilind kirin.

    RÛSYA

    Li ser telefona îxbarê ya kesekî nenas restoraneke li navenda Rûsyayê hate valakirin.

    Li ser îxbareke ji restorana bi navê ‘Mu-Mu' ya li navenda Moskovayê 70 kes ji cihê bûyerê hate derxistin.

    Li gorî çavkaniyên ajansa nûçeyan a RIA Novostî cihê bûyerê li nêzîkî rawestgeha metroyê ya Smolenskayayê ye û ev restoran di avahiyeke pirqatî de ye.

    ALMANYA

    Şeva borî biryar bû ku li stadyûma bajarê Hanoverê yê Almanyayê  pêşbirkeke gogbaziyê ya dostane di navbera her du tîmên neteweyî yên Almanya û Hollandayê de pêk were; lêbelê ji ber gefên ewlehiyê hat betalkirin.

    FRANSA

    Şeva borî 2 balafirên şîrketa balafirvaniyê ya Fransayê (Air France) ku ji Amerîkayê ber bi Fransayê ve dihatin, piştî çend gefên terorîstî neçar man ku vegerin ser erdê û firîna xwe betal bikin.

    DANÎMARKA

    Li gorî agahiyan, îro li termînala 3yemîn a balafirxaneya Kopenhaga Danîmarkayê çenteyekî gumanbar hate dîtin; li ser vê yekê termînal ji karmend û rêwiyan hat valakirin. 

    Polîsê Danîmarkayê derbarê bûyerê de daxuyanî da û ragihand, tu gefeke rasterast negihiştiye destê hêzên polês.

    Berdevkê Polêsê Danmarkê ji Ajansa Frans Press (AFP) re ragihandiye îro li Danîmarkayê asta gef û xetereya ewlehiyê heta asta 2yemîn hatiye bilindkirin.

    BRÎTANYA

    Li gorî agahiyan, îstgeha Metroyê ya Tooting Broadway a li paytext Londona Birîtanya hat valakirin.

    Li gorî nûçeya NBC News û rojnameya Miror a îngilîzî kesekî nenas li cihê îstgeha metroyê gef li xelkê û rêwiyan xwariye; li ser vê yekê îstgeh hatiye valakirin. Paşê hejmareke zêde ya hêzên polês û hêzên elwehiyê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin; lêbelê ligel lêgerîn û lêkolînê kesek nedîtin.

    Bi heman mijarî:

    Atalan: ‘Ji ber qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin'
    Tsipras: Em bi heyranî têkoşîna HDPê dişopînin
    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike
    HPG: ‘Em ê bi heybetî bersivê bidin êrîşên dewleta tirk'
    Barzanî: 'Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye'
    Li Moskovayê hişyariya bombeyê
    Etîketan:
    alarm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de