02:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kongreya Amerîkayê

    Kongreya Amerîkayê: Divê em rasterast çekan bidin pêşmerge

    © REUTERS/ Gary Cameron
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Kongireya Amerîkayê Aid Royce rexneyan li Washington dike û dibêje, divê Amerîka rasterast alîkariya pêşmerge bike.

    Navenda Nûçeyan — Aid Royce di berdewamiya axaftina xwe de dibeje jiber nerazîbûna serkirdeyên şie Amerîka çekan rasterast ji pêşmerge re naşîne.

    Endamê Kongireya Amerîkayê Aid Royce ji CNN re ragehand ku, heta niha Amerîka hizir nekiriye ku hêzên zemînî bişîne jibo şerê li dijî DAIŞê. Îdareya Barak Obama alîkariya rasterast bo pêşmergeyên Kurdistanê red kiriye, jiber ku şie razînebûne li ser vê yekê ku Amerîka rasterast çekan bo pêşmerge bişîne.

    Aid Royce ji kongreyê daxwaz dike ku Amerîka raste rast û bêyî ku li hikûmeta Iraqê û serkirdeyên şie bipirse çekan bo pêşmerge bişîne.

    Aid Royce tekez kir ku berpirsên Iraq û Îranê arîşeyan li ber hewldanên pirçek kirina rastrast a pêşmerge dirist dikin û dixwazin hemû çek bighên destê milîsên şie.

    Royce di dirêjiya axaftina xwe de got, pêşmerge çend caran daxwaza rokêtên li dijî tankan û guleyên hawin jibo şerê DAIŞê kirine, lê belê bi sedema nerazîbûna hikûmeta Iraqê Amerîka amade nebû ku rasterast çekan bide pêşmerge.

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Artêşa Tirk êrîşî çeperên me dike'
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Şerê nava PKKê û dewletê HDPê neda destpêkirin
    Li Parlamentoya Ewropa konferansa ‘Rojava'
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hat binçavkirin
    Qral Abdulah: DAIŞê şerê 3yemîn yê cihanê da destpêkirin
    Etîketan:
    Kongreya Amerîkayê, Aid Royce, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de