18:04 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Li Parlamentoya Ewropa konferansa ‘Rojava'

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Parlamentoya Ewropayê bi armanca piştgiriya bi Rojava re konferans û pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin.

    Belçîka — Li Parlamentoya Ewropa (PE) a li paytexta Belçîka Buksel, konferanseke bi mijara ‘Li Rojava modeleke civakî, demokratîk a adil' û pêşengeheke wêneyan hat lidarxistin.

    Di konferansa ku ji aliyê Koma Çep a PE ve hat lidarxistin, endama Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpk, Zanyarê Siyasetê yê Awûstûryayî û nivîskar Thomas Schmidinger, endamên PE Sabîne Losing û Cornelia Ernst tevlî bûn. Piştî konferansa ku komkujiya Parîsê hat şermezarkirin wêneyên wênekêş Birgit Haubner li Rojava kişandibû hatin nîşandan.

    Parlamentera Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpke ya axaftina yekemîn kir û bal kişand ser pergala li kantonên Qamişlo, Efrîn û Kobanê yên Rojava.

    Jelpke diyar kir ku kurd li Rojava li hember çeteyên herî barbar ên cîhanê şer dikin û got: ‘Li wir tê xwestin ku jiyaneke gel bi hev re bijîn bê avakirin. Li Rojava şoreşek tê jiyîn. Pêşengiya wê jî jin dikin. Şoreşa li vir mîna şoreşa jinê ye. Niha li aliyekî li hemberî DAIŞê têkoşîn tê kirin, li aliyê din jî hewl tê dayîn ku pergalek bê avakirin. Gel hemû bi hev re dijîn. Lê ligel vê yekê gelek pirsgirêk jî hene. Derfetên kar nînin, zanîngeh nînin. Jiyan ji nû ve tê avakirin. Lewma pêwîst e kampanyayeke navneteweyî bê pêşxistn. Divê her kes piştevaniyê bike.'

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî serxwebûnê nîqaş dike
    Parlamentoya Kurdistanê: 'Bila ev hilbijartin bibe deriyekî xêrê ji bo gelê kurd'
    Parlamentoya Ewropayê ji HDPê re sersaxî xwest
    Parlamentoya Ewropayê hezên Tirkiyayê şermezar dike
    Şanda parlamentoya Rûsyayê serdana jibo New Yorkê rakir
    Etîketan:
    PE, Birgit Haubner, Cornelia Ernst, Sabîne Losing, Thomas Schmidinger, Ulla Jelpk, Bruksel, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de