07:57 18 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    Qral Abdulah: DAIŞê şerê 3yemîn yê cihanê da destpêkirin

    © REUTERS/ Ali Hashisho
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Qralê Urdunê Abdulah di hevpeyvîneke xwe de bal kişand ser êrişa Parîsê û got, DAIŞê li hemberî însaniyetê şerê 3yemîn yê cihanê da destpêkirin.

    Navenda Nûçeyan — Qral Abdulah di serdana xwe ya Kosovayê de diyar kir ku, em li hemberî şerê 3yemîn yê cihanê ve rû bir û ne, DAIŞê li hemberî însaniyetê şer da destpêkirin û vê jî bi navê îslamê dike. Di 2 salên dawî de DAIŞê zêdetirî 100 hezar misilman kuştin, û êrişa Parîsê ev nîşanî me da ku bela terorê her deme û li her derê derdikeve pêşiya me.

    Milîtanên DAIŞê ji hestên însanî dûr in

    Qral Abdulah di berdewamiya axaftina xwe de got, milîtanên DAIŞê ji hestê însanî dûr in û mêrkujên wehşî ne. ji bo vê ji efriqayê hetanî ewropa û asyayê divê em bibin yek û li dijî DAIŞê tekoşînê bidin.

    Her wiha dewleta Urdunê di nava koalisyona navneteweyî ya Amerîkayê de ye û li Iraq û Sûriyeyê tevlî operasyonên dijî DAIŞê dibe.

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya şerê Anonymous û DAIŞê: 3 hezar 800 hesabên Twitterê û 130 malper
    Li Nisêbînê welatiyekî din jî hate kuştin
    Rûsya ambargo danî ser Ûkraynayê
    Gelo PKK çû hawara kurdên Xurmatûyê?
    Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Urdun, Abdulah bin Huseyin, Kosova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de