23:27 19 Hezîran 2018
Anonymous

Bîlançoya şerê Anonymous û DAIŞê: 3 hezar 800 hesabên Twitterê û 130 malper

© Flickr / Ricardo Alguacil
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê koma sîbernetîk a Anonymousê bîlançoya destkeftinên xwe yên li dijî hesabên DAIŞê weşandine.

Navenda Nûçeyan — Piştî êrişa Parisê ya ku DAIŞê pêk anî, duh koma sîbernetîk a Anonymousê ragihandibû ku ew dê li dijî hesabên DAIŞê şerê sîbernetîk bikin û li ser sozê xwe jî sekinîn.

Li ser hesabên Anonymousê hate ragihandin ku heta niha 3 hezar 800 hesabên Twitterê yên aydî endam û hezkiriyên DAIŞê hatine têkbirin û bi temamî xistine destê xwe. Ji bilî vê 130 malperên DAIŞê jî hack kirin.

Ji aliyekî din ve koma sîbernetîk a DAIŞê ‘Islamic Cyber Army/Artêşa Sîbernetîk a Îslamî' jî ragihandibû ku di vî şerê sîbernetîk de Anonymous tenê dikare hesabên Twitterê, e-posteyan û malperan têkbibe.

Bi heman mijarî:

Li Nisêbînê welatiyekî din jî hate kuştin
Rûsya ambargo danî ser Ûkraynayê
Gelo PKK çû hawara kurdên Xurmatûyê?
Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
Li sînorê Kilîsê milîtanekî DAIŞê hat kuştin û 21 kes jî hatin binçavkirin
Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar
Etîketan:
şerê sîbernetîk, Anonymous, DAIŞ, Cîhan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de