13:01 17 Kanûn 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev: Dibêjin cîhan bibe dojeh jî em bi Rûsyayê re naxebitin

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev destnîşan kir ku, hê jî hinek welat di tekoşîna li dijî terorîzmê de hevkariyê bi Rûsyayê nakin.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev destnîşan kir ku, hê jî hinek welat di tekoşîna dijî terorîzmê de hevkariyê bi Rûsyayê nakin. Di tekoşîna dijî terorê de wekî berê em ê dîsa bi tena sera xwe bidomînin, lê di vî şerî de divê em hemû bibin yek.

    Serokwezîrê Rûsyayê di zîrweya Hevkariya Aborî a Pasîfîkê ya Asyayê (APEC) de, li dijî terorîzmê banga hevkariyê kir.

    Medvedev di axaftina xwe ya zîrweyê de ragihand ku, helbet Rûsya bê hevkarî jî dikare li hemberî terorîstan tekoşînê bide û dikare wan têk jî bibe. Lê mijara girîng gelo bedêla vê dê çi be. Ji bo vê yekîtî şert e.

    Terorîzmê li hemberî cihana medenî şer da destpêkirin

    Medvedev di berdewamiya axaftina xwe de got, êrişa Parîsê û xistina başafira rûsî ji terefê terorîstan tê vê wateyê ku van li hemberî cihana medenî şer dane destpêkirin. Ev tehdîdeke rast û giştiye.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji bo tekoşîna li dijî terorîzmê gavên nû diavêje
    Li Nîjeryayê êrişa komkujî: 32 kes hatin kuştin
    Li Parîsê operasyon: Komkujekî xwe teqand
    Jeo Biden Barzanî pîroz kir û soz da: Em ê piştgiriya Pêşmerge bikin
    MÛSIL - Li ser DAIŞê bombe dibarin!
    Etîketan:
    APEC, Dmitriy Medvedev, Filipîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de