08:12 18 Kanûn 2017
Zindî
    Êrişa Fransa

    Li Parîsê operasyon: Komkujekî xwe teqand

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Polêsên Fransayê li taxake bakûrê bajarê Parîsê ku di encama êrişande 129 kes hatibûn kuştin bi dest operasyonê kir.

    Nasnameyên qûrbanên êrişê eşkere bûn

    Kabîneya Fransayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, nasnameyên 129 qûrbaniyên ku di êrişa Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere bûn.

    Polêsê Fransayê li herêmê deriye dereke şikand û kete hundur. Hat ragihandin ku di dema operasyonan de dibe hinek reviyabin û ketibin nava dêrê.

     Kesê ku hatin girtin di amadehiya êrişan de bûn

    Çavkaniyên nêz yên ku lêpirsînê dikin dibêjin ku, şikberên di operasyona sibehê de hatin girtin, li herêma La Defenseya Parîsê di amadehiya êrişan de bûn.

    Reytînga kuçikê kuştî ji reytinga kuştiyên Parîsê zêdetir bû

    Di dema operasyonan de kuştina kuçikê polêsan li ser hisabên Twitterê bû mijareke sereke. Frensiyan di hisabên xwe yên Twitterê de bi tagên ‘#jesuisunchien' (ez kuçik im) peyaman parve dikin. Cihê gotinê ye ku reytînga kuştina kuçkê polêsan ji kuştina sivîlan bêtir deng vedaye.

     Dozgerê Parîsê: 5 kes hatin binçavkirin

    Dozgerê Parîsê derbarê operasyonê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku 5 kes hatine binçavkirin û xalên ku derketine pêş ev in.

    * Jineke komkuj bi bombeyan xwe teqand.

    * Di avahiyê de 3 şikber hatin binçavkirin

    * Di dema operasyonan de jin û mêrekî ku ne li avahiyê bûn hatin binçavkirin.

    * Hemû şikberên ku hatin binçavkirin xizmên êrişkerên Parîsê Omer Îsmaîl Mustafa û Samî Amimourun.

     Polêsên Fransayê li taxake bakûrê bajarê Parîsê ku di encama êrişande 129 kes hatibûn kuştin bi dest operasyonê kir. Hewceyê gotinêye ku niha jiyan rawestiya ye û tam jî di vê demê de polêsan dora avahiyekê dorpêç kir û di encama dorpêçê de şer derket 3 terorîst hatin kuştin û 3 heb jî hatin girtin.

    Wezîrê Edaletê: Operasyon bi dawî bû

    Wezîrê Edaletê yê Fransayê Christian Taubira ji radyoya Europa 1ê ragihand ku, operasyona li Saint-Denîsê bi dawî bû.

    3 terorîst hatin kuştin û 3 jî hatin girtin

    Hat ragihandin yek ji kuştiyên terorîst komkuja jin e û bombeya ser xwe teqandiye.

    Li gorî kanala BFMTVyê 2 şikberên avahiya xwe tê de vedişartin denge 7-8 bombeyên desta hat.

     Bi wesayîtan herî kêm 50 leşker gihandin herêma operasyonê.

     Berdevkê polêsan: Operasyon li hemberî faîlê 9emîn e

    Berdevkê polêsan Jean Alphonse ji televîzyona RTLyê re axivî û got, avahiya ku me dora vê girtiye ji terefê terorîstan ve tê bi kar anîn. Di encama pevçûnê de herî kêm 3 polês birîndar bûn û me 2 kes jî girtin. Armanca vê operasyonê bi dest xistina hevalê êrişkerên Parîsê yê 9emîn e.

     Hat ragihandin ku, Serokomarê Fransa François Hollande, Serokwezîr Manuel Valls, Wezîrê Navxweyî Bernard Cazeneuve li Qesra Elyseyê operasyonê dişopînin.

    Polêsê Fransayê: Operasyon berdewam e

    Polêsê Fransayê di hisabê Twitterê de daxuyaniyek da û got, hê jî operasyona Saint-Denisê dewam dike.

    Kanala televîzyonê ya İ Teleyê îdia kir ku armanca operasyona polêsên Fransayê zevtkirina faîlê 8emîn Salah Abdeslam e.

     

    Bi heman mijarî:

    Jeo Biden Barzanî pîroz kir û soz da: Em ê piştgiriya Pêşmerge bikin
    MÛSIL - Li ser DAIŞê bombe dibarin!
    Maça Almanya û Holandayê hat betalkirin
    YSKyê daxwaza HDPê red kir
    Doza Tugluk û Turk bi encam bû
    Etîketan:
    Fransa, DAIŞ, Christian Taubira, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de