18:59 21 Hezîran 2018
Joe Biden

Jeo Biden Barzanî pîroz kir û soz da: Em ê piştgiriya Pêşmerge bikin

© Sputnik / Mikhail Fomichev
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Balafira şer ya amerîkî
© AP Photo / Senior Airman Matthew Bruch
Navenda Nûçeyan — Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir, ku duhî Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axiviye.

Li gorî daxuyaniyê, Joe Biden serkeftina Hêza Pêşmerge di operasyona rizgarkirina Şingalê de li Barzanî pîroz kir û matmayîna xwe li hember qehremanî, wêrekî û qurbandîdana pêşmergeyan anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Biden herwiha di vê pêwendiya telefonî de tekez kir, ku Washington dê berdewam be li ser piştgîrî û alîkariyên bo Hêza Pêşmerge.

Roja 13ê Mijdarê piştî salek û 3 mehan, hêzên pêşmerge yên Kurdistanê di operasyonekê de navçeya Şengalê û 28 gundên derdora wê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Bi heman mijarî:

MÛSIL - Li ser DAIŞê bombe dibarin!
Maça Almanya û Holandayê hat betalkirin
YSKyê daxwaza HDPê red kir
Doza Tugluk û Turk bi encam bû
Li Kerkûkê barana dijwar: 3 kes mirin
Etîketan:
Amerîka, Jeo Biden, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de