09:08 22 Îlon 2017
Zindî
    Fîloya Rûsyayê

    Le Monde: Rûsyayê ji Deryaya Spî li dilê DAIŞê xist

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 401

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Le Mondeya Frensayê şevêdin filoya keştiyên rûsî bi moşekan êrişî hedefên DAIŞê yên Reqqayê kir. Li gorî rojnameyê hêza hewayî ya Frensayê û keştiyên rûsî di heman deme de êriş birine ser baregehên DAIŞê.

    Her wiha derbarê nûçeyê de hê ji aliye Rûsyayê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn. Lê berpirsekî paye bilind yê frensî daxuyanî da ajansa nûçeyan ya Reutersê û nûçe serast kir.

    Piştî êrişa Parîsê Wezareta Parastinê ya Frensayê operasyonên xwe li ser DAIŞê zêde kirin û di daxuyaniyekê de ragihand ku, di nava 24 saetên dawî de jetên Frensayê ev du caran êrişê dibin ser DAIŞê û di êrişa dawî de li Reqqayê me li çend hedefên wan xist.
    Me Amerîka agahdar kir

    Ji aliye kî din ve berpirsên amerîkî ragihandin ku, Rûsyayê ji Derya Spî li hemberî DAIŞê çend êrişên pêk anîn û di operasyona de moşek bi kar anîn û berî êrişê ji bo ewlehiyê em agahdar kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YNK: HDPê pêşniyara me qebûl nekir
    Çapemeniya Brîtanyayê: Ji bo çareseriyan rol û hêzeke Pûtîn heye
    Kremlîn: 'Hevdîtina Pûtîn û Hollande pêşhefteyê ye'
    Davutoglu: 'Kê dengên xwe nedabin HDPê sipasiya wan dikim'
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Em ditirsin ev pevçûn bibe sedema şerê navxweyî
    Etîketan:
    Frensa, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de