04:56 24 Mijdar 2017
Zindî
    hsd-qsd

    Amerîkayê digel Tirkiyeyê dîsa cebilxane da wan

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14520

    Amerîkayê dîsa cebilxane da Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG jî di nav de ye û li dijî DAIŞê şer dike.

    Navenda Nûçeyan - Amerîkayê dîsa çek û cebilxane da Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG jî di nav de ye û li dijî DAIŞê şer dike. Amerîkayê bi vê çek dayînê ew stratejiya xwe ya piştgiriya muxalefeta Sûriyeyê domand û guh neda nerazîbûna Enqereyê.

    Hêza Sûriyeya Demokrat (QSD) ev du carane ji Amerîkayê piştgiriya çek û Cebilxaneyan distîne. Hêza QSDê bi tevlîbûna 10-12ê grûbên muxalif pêk tê û nêzî 5 hezar şervanên wê hene. Hevpeyman li Sûriyeyê ji bo ku rêxistina DAIŞê qels û têk bibe bi komên kurd û grûbên din re dixebite.

    Berpirsyarekî amerîkî ku navê xwe neda û ji ajansa Reutersê re ragihand ku, vê carê piştgiriya çek cebilxane me ne bi rêya hewayî bi rêya bejê teslîmî wan kir û roja şemiyê bi dawî bû.

    Her wiha nehat zanîn bê piştgiriya çekî di sînorên Sûriyeyê de an ji cihekî din ketiye axa Sûriyeyê. Berpirsê amerîkî destnîşan kir ku, cebilxane ne ji terefê leşkere Amerîkayê ve ketiye axa Sûriyeyê.

    Ji aliyê din ve Amerîkayê alîkariya cebilxanan ya pêşî di 11ê Cotmehê de gihandibû hêza QSDê.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan di 15ê Berfanbarê de li Rûsyayê dicivin
    Davutoglu, Barzanî pîroz kir
    Frensa: Êrişên Parîsê ji Sûriyeyê organize bûn
    FRANSA - Bombebarana Reqayê dest pê kir!
    DÎLOK - Alîgirên DAIŞê Komkujîya Parisê pîroz kirin
    Etîketan:
    QSD, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de