05:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Divê li dijî terorê eniya hevpar were avakirin

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 710

    Sergey Lavrov derbarê civîna BRICS ku di çarçoveya G20ê de hat lidarxistin de axivî û got: ‘Lîderên BRICSê di mijara li dijî terorê avakirina eniya hevpar de di feraseta pevkirinê de nin.'

    Lavrov got: ‘Piştî êrişên li Parisê û bûyerên dawî li civîna BRICKê de lîderan gişkî di mijara li dijî terorê avakirina eniyekê gerdûnî de di feraseta pevkirinê de nin.'

    Lavrov anî ziman ku di rojeva civînê de mijara Sûrî sereke bûye û lîderên BRICSê civîna li Viyanayê ku dîsa derbarê Sûrî de hat lidarxistin bi awayekî erênî nirxandine.

    Lavrov bal kişand ser pirsgirêka Sûrî û anî ziman ku ji bo pêvajoya çareseriyê ya siyasî dest pê bike divê lîsteya heyetên muxalefetê ku wê bi rêveberiya Şamê re beşdarê muzakereyan bibin were pêkanîn.

    Lavrov got: ‘Derbarê diyarkirina rêxistinên teror yê li Sûriyê ku di civîna Viyanayê de jî hat rojevê, îro jî em li ser axivîn û lîderên BRICSê jî diyar kirin ku wê piştgirî bidin va hewldanê. Ev hewldan wê bi awakî kordînekirî bimeşe û Urdun kordînasyona vê hewldanê pêk bîne'

    Har wiha Lavrov diyar kir ku pirsgirêkên aborî jî di civînê de hatiye rojevê û derbarê destpêkirina faaliyetên Bankaya BRICSê de lîderan bi yekdengî bûne.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Di mijara tekoşîna dijî terorê de ez li benda pêşveçûna me
    Lavrov ji bo civîna çaralî ya Normandiyayê diçe Berlînê
    Lavrov ji bo mijara Sûriyeyê li Parîsê nehat vexwendin, Kery jî neçû
    Etîketan:
    BRICS, G20, Sergey Lavrov, Viyana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de